
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 28ê Îlonê pêncşemê li paytext Hewlêrê, pêşwazî li şandeke Senatoya Romanyayê ya bi Serokatiya Senator Titus Corlatean Serokê Komîteya Siyaseta Derve ya Senatoya Romanyayê kir.
Di şanda Romanyayê de, hejmarek senator, Balyozê Romanyayê li Iraqê û diplomatkar û berpisê nivîsîngeha Konsulxaneya Romanya ya li Hewlêrê amadehî kirin.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Romanya û Iraq û Herêma Kurdistanê kirin bi taybetî di warê aborî û perwerdeyê de û herwiha peywendiyên Hewlêr – Bexdayê û gotûbêjên çareseriya wan pirsgirêkan hatin gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî amadehî, rol û beşdariya Romanyayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de bilind nirxand û spasiya Romanyayê kir ku salên dirêj burs û derfetên xwendinê pêşkêşî xwendekarên Herêma Kurdistanê û Iraqê dike.
Şanda Romanyayê kêfxweşiya xwe bi serdana Hewlêrê nîşan da û tekezî li ser amadehî û daxwaza welatê xwe ya ji bo veberhênana li Herêma Kurdistanê kir, ji bo vê mebestê, derbarê niyeta hatina sektora taybet û çend kompanyayên Romanyayî û mekanîzmeya karkirina wan li Herêma Kurdstan û Iraqê digel Nêçîrvan Barzanî danustandina bîr û ramanan hate kirin.
Di civînê de, rewşa navçeyê bi giştî û hin mijarên din yên berjewendiyên hevbeş jî hatin axaftin.