image

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê pêşwazî li Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Christine Lambrecht û şanda ligel wê kir.

Li gorî agahiyan, di rojeva hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Christine Lambrecht de, mijarên; dirêjkirina dema mayîna şêwirmendên leşkerî yên Almanî bo piştevaniya hêzên Pêşmerge di têkoşîna terorê de, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, hevkariya ligel hêzên ewlehiya Kurdistanê û têkoşîna dijî terora DAIŞê hebûn.

Christine Lambrecht ku ji Partiya Sosyal Demokrat a Alman mehek çêbûye dest bi kar kiriye û berî niha jî di kabîneya Angela Merkel de cih girtibû.

Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Christine Lambrecht di serdana xwe ya bo Hewlêrê de, wê serdana Konsulxaneya Almanya ya li Hewlêrê jî bike.

Ev serdana Christine Lambrecht duyemîn serdana derveyî welat e ji demak hatiye ser kar ve