image

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê li Hewlêrê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê David Browstein kir.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de got, “Çareserkirina rewşa aloz a Sûriyê bi şev û rojekê nabe û rêya serbazî ne çareserî ye, divê pirsgirêka Sûriyê  bi rêya siyasî û diyalogê bê çareserkirin.”

Barzanî li ser pirsa Kurd a li Sûriyê destnîşan kir, “Pirsa Kurd divê di çarçoveya Sûriyê de bê çareserkirin.”

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê hat diyarkirin, Brownstein tekezî li ser wê kir ku DAIŞ li Sûriyê hê jî metirsiyeke rasteqîn e û Amerîka û Hevpeymana Navdewletî hevkarî û piştvaniya hêz û aliyên hevpeymanên xwe dikin di rûbirûbûna terorê de.

Di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa Sûriyê bi giştî, erkê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, amadehiya hêzên navdewletî, rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê, girîngiya seqamgiriyê, giftugoya aliyên Kurdî û pirsa Kurd li wî welatî beşek ji mijarên wê civînê bûn ku gotûbêj li ser hatin kirin.