image

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo car din hilbijartina wek Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan pîroz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Bi boneya car din hilbijartina wek Serokomarê Tirkiyê, ez bi navê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li birêz Recep Tayyip Erdogan dikim.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kiriye: “Ji bo zêdetir pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyê, ez li benda karkirina bihevre me.”

Do Yekşemê 28ê Gulana 2023an, gera duyem a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê birêve çû.

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) di gera duyem a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê de Recep Tayyip Erdogan bi rêjeya %52,2 deng bi dest xistin, li hember wî, Kemal Kiliçdaroglu bi rêjeya %47,8 deng bi dest xistine.