image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di gotareke ji Rojnameya Times ya Brîtanî de da zanîn, Kurdistanê îsbat kir, dibe ku destwerdana lîberal, bi serkeftin bi dawî bibe.

Serokê Herêma Kurdistanê eşkere dike, vekişandina bilez ya rojavayiyan ji Afganistanê, mijara destwerdana lîberal aniye ber behsê. Ev gotûbêj gelek caran wê rastiyê li ber çavan nagire, ku ne hemû destwerdan xerab in. Ew pêngava ku sala 1991ê li Kurdistana Iraqê ji aliyê Brîtanya, Amerîka, Fransa û welatên din hat avêtin, bi sedhezaran hevwelatî ji kuştina li ser destê Sedam Hisên rizgar kir.

Operasyona Newaya Aram, ku bîrokeya serekî ya John Major (Con Mêcer) bû, herwiha Navçeya Aram li pey wê operseyonê hat, heta 12 salan Kurdistan parast. Ev hewl, zemîn û aramiyeke rêjeyî peyda kir ji bo ku hilbijartin birêve biçin, parlamento û dezgehên hikûmetê bêne damezrandin û hêzêke leşkerî ya rewa ku Pêşmerge ye dirêjiyê bide erkê xwe. Dema ku di sala 2003yan de Iraq hat azadkirin, bi hezaran gundên avadankirî ji aliyê Beisiyan ve hatin wêrankirin û text bûn. Pişt re Herêma Kurdistanê pîşesaziya petrol û aboriyeke bazarê ya geşekirî damezrand. Bi kurtî destwerdana berî 30 salan, rê da wan ku welatê xwe pêş bixin.

Serok Nêçîrvan Barzanî herwiha destnîşan dike, roja îro xelkê Kurdistanê û Brîtaniya dost in, di warê aborî û hevpeymaniya li dijî terorê de hevbeş in. Serdana wî ya vê hefteyê ji bo Brîtanya, tekezkirin e li ser vê hevbeşiya kûr û wê yekê jî di weberhênana Brîtanyayê li Kurdistanê, daxwaza  kur û keçên Kurdistanê ji bo xwendinê li zaningehên Brîtanya û diyasporaya zêdebûyî ya Kurdan li seranserî Şahnişîna Yekgirtî de reng vedaye.

Bi gotina Nêçîrvan Barzanî, lê şerê wan ê hevbeş ê li dijî terorê, bi dawî nebûye û pêwîstiya wan bi aramgirtineke stratejîk heye. DAIŞ, li Iraq û Sûriyê û cihên din maye. Her wek çawa me dît, Talîban rawestiya heya ku hêzên neyarên wê, Afganistan bicih hiştin. DAIŞ jî, ne bi lez e, xwe nade dest û nareve. Pêşmerge mil bi milê hêzên Iraqî û hêzên rojavayî, berdewam e li ser şerê vê gefê. Ji ber ku paşeroja wan û asayişa hevpeymanên wan ku di dema salên derbasbûyî de karên terorîstî yên  mezin di welatên wan de rû dan, pişta xwe bi wan girêdaye.

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewmiyê de diyar dike, Kurdistan di hêla pêşve ya şerê navbera azadî û takrewiyê, hêvî û tarîtiyê de ye. Komên radîkal û terorîst, gefê li me û awayê jiyana me dikin. Ji bilî vê yekê, em wek navçeyeke aram û hêlîna hevduqebûlkirinê dimînin. Em mêvandariya nêzîkî milyonek penaberên Sûrî û koçberên Iraqî dikin, ku ji destê DAIŞê reviyane û eger me deriyên xwe ji wan re venekiriba, dê ew kes yan bihatina kuştin yan jî tevlî wê pêla koçberan dibûn ku berê xwe dane Ewropayê. Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li şopînerên hemû bîr û baweran dike û wan divehewînin wek Krîstiyan, Êzdî, Misilman û baweriyên din.

Gotubêjên li ser Afganistanê çêbûn, di paşerojê de dê germtir bibin, lê destwerdana li Kurdistanê serkeftî bû, ji bo Şahnişîna Yekgirtî û mirovahiyê. Rast e ku divê ders ji şaşîtiyên hinek aliyan bê wergirtin, lê girîng e serkeftina aliyekî din jî bi girînî ve were dîtin û temaşekirin.