PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo salvegera 47emîn a Şoreşa Gulanê, peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî, di peyama ku bi boneya 47emîn salvegera Şoreşa Gulanê belav kir de banga yekrêziyê li aliyên siyasî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku “Em di salvegera Şoreşa Gulanê de şehîd û qehremanên ku di rojên dijwar û aloz de agirê şoreşê geş kirine û hêviya azadiyê di dilê gelê Kurdistanê de geş kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Şoreşa Gulanê berdewamiya Şoreşa Îlonê ya bi pêşengiya rêberê nemir Mele Mistefa Barzanî ye û got,
“Şoreşa Gulanê îsbat kir ku komplo çiqas mezin bin jî vîna azadiya gelê Kurdistanê nayê şikandin. Ji bo vê jî gelê Kurdistanê di Şoreşa Gulanê de herî zêde ji bo fedakariyê amade ye û li ber xwe da û serhildana 1991ê bi serkeftinê tacîdar kir.”
Nêçîrvan Barzanî bang li partî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê kir ku li ser bingeha Şoreşa Gulanê bibin yek û di dawiya peyama xwe de got,
“Şoreşa Gulanê pîroz be! Silav li giyanên şehîdan û silav ji bo Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê.”