image

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê, îro 18ê Adarê roja Şemiyê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Îtalya yê Iraqê Maurizio Greganti kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, di hevdîtinê de, her du aliyan behsa pêwendiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Îtalya, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de kirin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya Îtalya bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan di navbera Bexda û Hewlêrê de atmosfereke erênî ava bûye. Pêngavên ku hikûmeta federal a Iraqê heta niha avêtine cihê hêvî û kêfxweşiyê ye."

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Bexda hevparê sereke yê Herêma Kurdistanê ye û ji xeynî çareserkirina pirsgirêkan ti rêyeke din li ber hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê nîne.

Balyozê Îtalya yê Iraqê jî got: “Bi çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê re, wê civaka navdewletî zêdetir berê xwe bide Iraq û Herêma Kurdistanê û dê derfeta veberhênanên biyanî li Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetir bike.

Hat diyarkirin, di beşeke din ya civînê de çalakiyên Îtaliyayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyê bi giştî û mijarên berjewendiya hevbeş hatine gotûbêjkirin.