image

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 29ê Nîsanê pêşwazî li Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî civînê ragihand, di hevdîtinê de ku Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê amade bûn, guhertinên siyasiyên dawî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê guftûgo kirin, bi taybetî hilbijartina pêşwexta Encumena Nûnerên Iraqê û çawayiya bingeh xweşkirina li ber proseyê da ku xizmeta berjewendiya hevbeş a gel û hemû pêkhatên Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî bike.

Di civînê de gengeşî li ser pêwîstiya derbaskirina nakokî û gengeşe û guftûgo û hevdû têgihiştina di navbera aliyên siyasî de hat kirin û bi girîngiyê ve behsa serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexda û civîna li gel serkirde û aliyên Iraqiyan hat kirin.

Di mijareke din a civînê de guftûgo di derbarê pêkanîna yekrêziya niştimanî û hevdû nêzîkkirina bîr û boçûnan kirin ku ber bi derbaskirina nakokiyan û yekxistina hêz û şiyana wan ya rûbirûbûna her eger û pêşhatan be.

Nirxandina rewşa navçeyê bi giştî mijareke din a civînê bû, têda tekez li wê yekê kirin ku nearamiya rewşa siyasî û emnî, xizmetê bi berjewendiya hevbeşa gelên navçeyê nake.