image

PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê serokê dewleta Rûsyayê yê ji bo Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê Mihail Bogdanov li Hewlêrê bi serokê herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir û Barzanî balê kişand ser girîngiya pirsgirêka Kurdên Binxetê.

Bagdanov ragihand ku bi Herêma Kurdistanê re di asta bilind de têkiliyên wan hene û dixwazin wan têkiliyan bêhtir bi pêş bixin.

Di hevdîtinê de her dû teref li ser pêşdeçûnên siyasî yên Iraqê, Sûriyê û herêmê rawestiyan û gotin ku pêşdeçûnên li herêmê bandorê li Iraqiyan dikin. Nêçîrvan Barzanî got ku ne tenê li hinek deveran lê dixwazin li temamê Iraqê pirsgirêk çareser bibin û weha dewam kir:

“Em bende ne ku terefên Şîa pirsgirêkên xwe yên li ser encama hilibijartinê çareser bikin û li gor qanûn hukumeta nû ava bibe.”

Barzanî û Bagdanov her weha di hevdîtinê de li ser rewşa Kurdên Rojava axifîn behsa girîngiya çareseriya pirsgirêkê ya di çarçoveya Sûriyê de kirin. Her dû teref bûn hemfikir ku arîşeyên li herêmê di çarçoveya fikrên hevpar de çareser bibin û rêxistina terorê IŞİD hê jî li Iraq, Sûriyê û herêmê tehdîde.