image

PeyamaKurd – Serokê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wezîrê dewletê yê karên derve yê Almanya Tobias Lindner û heyeta pêre qebûl kir. Wezîr Lindner bi heyeta xwe ve ji Bexdayê gihabû Herêma Kurdistanê.

Barzanî, di civîna bi Lindner re ji ber Almanya destekê dide Kurdistanê da li hemberê IŞİD ê şer bike û ji bo Parlementoya Almanya ya Federal komkujiya Kurdên Êzîdî wek ‘komkujî’ qebûl kiriye, sipasiya Almanya kir.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê Lindner ragihandiye ku Almanya girîngiyê dide têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê, dixwaze di seha aboriyê û sehayên din de, têkiliyên xwe pêş bixe. Lindner behsa seredana serokwezîrê Iraqê Sûdanî ya ji bo Almanya kiribû kir û got di temamên hevdîtinan de, pêşdeçûnên di temamên sehayan de, behsa îstîqrar û siyaseta Iraqê û Herêma Kurdistanê kirine.

Barzanî ji wezîr Lindner re behsa têkiliyên Bexda û Erbîlê kiriye ku dixwaze pirsgirêk li ser bingeha diyalogê çareser bibin û behsa rewşa Herêma Kurdistanê, têkiliyên Kurdistanê û Iraqê bi dewletên cîran re û hinek mijarên din yên di çarçoveya hevdîtinê de kiriye û tev hatine gotûbêj kirin.