image

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw roja Yekşemê 17ê Cotmehê eşkere kir, li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî nehiya Pîrmam wê bibe navçe û proseya pêwîst ji bo navçebûnê were bicihkirin.

Parêzgar Umêd Xoşnaw di hevpeyvînekê de ji Kurdistan24ê re daye xuyakirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman daye rêkarên pêwîst werin cîbicîkirin ji bo nehiya Pîrmamê bibe navçe.

Xoşnaw got her îro bi wê armancê nivîsa navçebûna nehiya Pîrmamê ji bo encûmana parêzgeha Hewlêrê hatiye nivîsandin û  da zanîn ew nehiye û bajarokên nêzîkî Pîrmamê ne û ser bi Şeqlawayê ne, wê bi Pîrmamê ve bêne girêdan û pêwîst bû nehiya Pîrmamê bibûya qeza.

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir, hewl tê dayîn proseya navçekirina îdareya Enkawa û Pîrmamê di demekê de were cîbicîkirin û ew rêkar di demeke zû de bi dawî bibin.