
PeyamaKurd – Piştî zedekirina bihayê sotemeniyê, ev çend roj in xelkê Rojavayê Kurdistanê derdikeve kolanan daxwaza paşde vegerandina wê biryarê li Rêveberiya Xweser dike.
Îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jî xelk ji bo nîşandana nerazîbûna xwe daketin kolanan û daxwaz ji Rêveberiya Xweser kiri, ji biryara xwe ya bilindkirina nirxê sotemeniyê vegere û berpirsên vê biryarê ceza bike û wan ji kar dûr bixe.
Nerazîbûna xelkê ya li dijî bihayê mazotê her diçe zêdetir dibe û doh 18ê îlonê jî li bajarên Qamişlo, Dêrik , Minbic û Kobanê grev û xwepêşandanên aştiyane hatin kirin.
Li gorî biryara Rêveberiya Xweser, bihayê lîtreyeke mazotê ya ku ji bo wesayîtên bi kartên taybet tê firotin ji 545 lîreyên Sûrî bo 2300 lîreyan hat bilindkirin. Herwiha her deh rojan carekê mafê her wesayitekê heye 50 lîtreyan dagire. Nirxê mazota li bazara reş ji 1700 lîreyê, derket 4600 lîreyên Sûrî ku vê biryarê nerazîbûneke zêde ya xelkê bi xwe re anîye.
Doh 18ê Îlonê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî bi daxuyaniyekê, bang li welatiyan kiribû, ji bo şermezarkirina kiryarên Rêveberiya Xweser û zêdekirina nirxê sotemeniyê, îro 19ê Îlonê li saet 17:00 li pêş baregeha Netewên Yekbûyî ya li Qamişlo greveke aştiyane bidin destpêkirin.