image

PeyamaKurd – Di hilbijartinê xwecihî yên Brîtanyayê de, nevîya Pêşewa Qazî Mihemed, Evîn Ebrîşemî bo Encûmena Şaredariya Oxfordê hat hilbijartin.

Ebrîşemî piştî serkeftina hilbijartinê ji medya Kurd re axivî û got, “Ji bajarê Mahabad ê Rojhilatê Kurdistanê me. Yekem kesa kurd im ku bo Konseya Bajarê Oxfordê tê hilbijartin. Herwiha yekem kurda Rojhilat ez im ku li Brîtanyayê bo encûmena şaredariyê hatiye hilbijartin.”

Behsa projeyên xwe yên xebatê kir…

Nevîya Qazî Mihemed Ebrîşemî li ser projeyên xwe yên xebatê jî da xuyakirin ku ew dê dema erka xwe di xebatên nehiştina kesên ji derve, avakirina xaniyên civakî, têkoşîna bo parastina jîngehê û heşînahiyê û herwiha digel pêşxistina dostaniyan bo bidestxistina emîsyona sifir a karbonê li bajêr ya heta sala 2040î xebatê bike.

Evîn Ebrîşemî ji sala 2004an ve wek çalakvaneke sivîl di sendîkayên karkeran de cî girtiye û demek berê jî derbasî Partiya Karkeran a Brîtanyayê bûye.

Ebrîşemî dibêje, piştî ku zaroka wê çêbûye, wek dayik li mala xwe maye û çend salan xebatên xwe rawestandine. Sala 2013an derbasî Partiya Karkeran bûye û heta sala 2018an jî digel xebatên sendîkayan di nav rêxistinên partiyê de jî kar kiriye.