image

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nexşeya kevn a projeya Balafirgeha Navdewletî ya Duhokê hatiye guhertin.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter ji Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand, nexşeya kevn a Balafirgeha Navdewletî ya Duhokê ku berî niha hatibû danîn, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatiye guhertin û nexşeyeke nû jê re hatiye danîn.

Teter diyar kir ku ji bo bicihkirina qonaxên projeyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser nexşeya nû dike.

Berdevka Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîlan Reşad jî got, projeya Balafirgeha Navdewletî ya Duhokê dê di du qonaxan de derbas bibe. Qonaxa yekem, pêdaçûna bi masterplan û nexşeya projeyê ye. Qonaxa duyem jî bicihkirina projeyê li ser rûberekî ji hezar hektar erd, bi 12 milyon û 832 hezar dolar e.

Hêjayî gotinê ye, proje ji ber qeyrana darayî rawestiyabû û piştî fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî çêkirina projeyê ji nû ve destpê dike.