image

PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê Amerîkayê ji bo Sûriyê Nicholas Granger ji bo K24 ê ragihand ku Amerîka ji bo operasyona Tirkiyê ya ser Sûriyê erê nekiriye û li hemberê operasyonekî wehaye. Grander weha got:

“Eger em behsa têkiliyên navbera hêzên siyasî yên Rojava bikin, em ê bixebitin da diyaloga navbera Kurdan xwe bi xwe hêsan bikin.

Me ji bo operasyona Tirkiyê ya ser Sûriyê negotiye erê û êrîşên Tirkiyê bandorên neyînî li ser operasyonên li hemberê DEAŞ ê dikin.”

Grander, her weha behsa hewlên ji bo destpikirina diyaloga navbera Kurdan kir û got Amerîka li ser bingeha hevkariya terefan rol sitendiye ser xwe û pêngavên ku divê bên avêtin destnîşan bike. Granger ragihand ku ji bo mirov karibin di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de tevbigerin, dixebitin. Grander weha dewam kir:

“Gelek girînge ku seha Amerîka destekê didê, ji bo civakeka demokratîk vekirî be û temamê karakterên siyasî tevlî civakê bibin. Ji ber terefên siyasî hemû perçeyekî ji civakê ne.

Em dahatûya rojhilatê bakûrê Sûriyê perçeyekî ji dahatûna temamê Sûriyê dibînin. Siyaseta Amerîkayê gelek zelale. Li ku dera Sûriyê dibe bila bibe, divê ji bo dahatûya Sûriyê xelkê Sûriyê biryarê bide.”