
PeyamaKurd – Kesê bi navê Rauf Kose ku yek ji rêveberê tevgereke nijadperestî ya bi navê ‘Mudafaa Hareketi’ ye û li ser medya civakî gelek caran parvekirinên nijadperestî li dijî Kurdan û penaberan kiribûn, hate girtin.
Rauf Kose, Erdi Can Yildiz, Omer Yetimoglu û Emre Cuşan ên girêdayî Tevgera Mudafaayê ku bixwe pêwendiya wan bi partiya Zafer a Umît Ozdag re jî heye, ji ber bangewaziyên tundîyê û nijadperestî 15ê Îlonê li ser lêpirsîna dozgeriya Enqereyê hatibûn binçavkirin û doh 21ê Îlonê jî derketin pêşberî dadgehê.
Kesê bi navê Rauf Kose li ser odeyên platforma X bi eşkereyî heqaret li Kurdan dikir û behsa derzîkirina wan bo qelandina nifûsa wan û tehcîrkirina wan dikir.
Hate ragihandin ku bi biryara dadgehê Kose bo girtîgehê hatiye şandin, lê kesên din bi kontrola edlî hatine berdan.