image

PeyamaKurd Berpirsekî ENKSê diyar dike, xelkê Rojavayê Kurdistanê ji ber zilm û zora PKK û PYDê koçberî Herêma Kurdistanê dibin.

Nûnerê ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd eşkere kiriye, di heyama çend rojên borî de herî kêm 1300 kes li Rojavayê Kurdistanê koçberî Herêma Kurdistanê bûne ku beşek mezin ji wan bi qaçaxî û li hember diravek zêde derbas bûne.

Newaf Reşîd her wiha destnîşan kiriye, xelkê Rojavayê Kurdistanê ji ber zilm û zora PKK û PYDê koçber dibin. PKK û PYD zarokên xelkê direvînin û dikin çekdar.

Nûnerê ENKSê herwiha daye zanîn, wan berpirsên Amerîkî ji wê yekê agahdar kirine ku çekdarên PKKê zarokên xelkê direvînin û got, me ji Amerîkiyan re gotiye em ji ber siyaseta PKKê naxwazin bi PYDê re danûstandin bikin.

Wî berpirsê ENKSê eşkere kiriye, PKK li Rojavayê Kurdistanê agirê şer xweş dike û got, qedera Rojavayê Kurdistanê ne zelal e. Do jî Wezîrê Karên Derve yê Rûsya bi eşkere got, PKK ji aliyê Sûriye, Amerîka û Tirkiyê ve tê bikaranîn.