image

PeyamaKurd – Netewên Yekgirtî di derbarê Kampa Holê de bi daxuyaniyekê da zanîn, di nava 18 mehan de, zêdetirî 100 kesan, li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê hatine kuştin.

Koordînatorê Netewên Yekgirtî li Sûriyê Imran Riza eşkere kir, kampa Holê ya ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, di rewşeke bêewlehî de ye û tê de pêşeroja zarokan ne diyar e.

Herwiha Îmran Riza ku gelek caran serdana kampa Holê kiriye, li Cenêvê ji rojnamevanan re destnîşan kir, ji sedî 94ê girtiyan jin û zarok in.

Di berdewamiyê de diyar kir: “Ew cihekî pir zehmet û ne ewle ye. 106 bûyerên kuştin, ji Çileya sala borî ve li kampê rû dane ku gelek ji kuştiyan jin in.”

Riza eşkere kir, li Kampa Holê nêzîkî 27 hezar girtiyên Iraqî, 18 – 19 hezar Sûrî û nêzîkî 12 hezar welatiyên ji neteweyên din hene.