image

PeyamaKurd- Osman Baydemir bi şandeya HDPê re li Kurdistanê gelek hevdîtin pêk anîn û piştî hevdîtina Yekgirtuyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Baydemir got ku li parlamentoya Tirkiyê nahêlin ku Kurd siyasetê bikin. Ji ber vê yekê divê li Bakurê Kurdistanê jî parlamentoya Kurdan hebe.

Baydemir wiha got: “Bexda, Şam, Tehran û Enqere hewl didin ku Kurd yekîtiya xwe ya netewî pêk neînin. Tevî ev qas astengiyan jî, divê gelê Kurd yekîtiya xwe pêk bîne. Hemî xebata me ji bo yekîtiya Kurdan e. Em dixwazin ku parlamentoya Tirkiyê, bibe ya Kurdan jî. Lê heke Enqere vê qebûl neke, mafê Kurdan jî heye ku parlamentoya xwe ava bikin.