image

PeyamaKurd - Karsaz û Çalakvanê Sivîl Osman Kavala ku ji sala 2017an ve ji ber “çalakiyên Parka Geziyê” li girtîgeha Silivriyê girtî ye bersiva daxuyaniyên Erdogan ên derbarê wî de da û got, êdî ew beşdarî rûniştinên dadgehê nabe.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, dema vegera ji Afrîkayê ji rojnamevanan re li  ser mijara daxuyaniya Amerîka û 10 balyozxaneyên Ewropa ya derbarê azadkirina Osman Kavala de got: “Ne hedê wan e dersan bidin Tirkiyê. Dadgeha Ewropa jî derbarê Kavala yê `bermayiyê Soros` de biryarek da û dixwaze Tirkiyê ceza bike.”

Osman Kavala bi rêya parêzerên xwe bersiva Erdogan da û ragihand, êdî beşdarî dadgehan nabe.

Kavala got: “Gotinên birêz Erdogan ên derbarê min de yên `bermayiya Soros` cihê şermezariyê ye û ne li gor cidîyeta posta serokkomariyê ne. Di van mercan de derfeta dadgeheke dadmend nemaye. Ji vir û pê de di wê baweriyê de me ti wateya beşdarbûna rûniştinên dadgehê û parastinê nîne.”

Kavala wiha pê de çû: “Saziyên sîvîl ên min damezrandine di çarçoveya yasayan de kar dikin. Pêwendiya Erdogan û AKPyîyên din jî bi George Soros (milyarderê cihû) re hene. Bêyî li ser min delîlek hebe ez 4 salin girtî me. Gotinên Serokomar ên derbarê kesekî ceza lê nehatibe birîn û dadgeha wî dewam dike gotinê sivikayetî û tawanbarkirinê ne, wek êrîşa rûmeta mirov e. Bi van peyaman dixwazin min tawanbar nîşan bidin û bandorê li dadgehê bikin.”

Goerge Soros dewlemend û spekulatorê cîhanî yê damezrînerê Fonda Demokrasiyê ye ku li seranserê cîhanê li gelek welatan kar dike û fînansoriya dezgehên sivîl dike.