image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi serokatiya Dr. Kawa Azîzî ji bo çareserkirina kêşeyên koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê bicih bûne, serdana Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw kir.

Hat ragihandin ku di civîna roja Çarşemê pêk hatiye de,k mijarên ser rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê, bi taybet xwendina zarokên koçberan, komkirina zibil ji nav kampan û dabînkirina xizmetguzariyên kampên koçberan hatin gotûbêjkirin.

Parêzgariya Hewlêrê derbarê hevdîtinê de ragihandiye ku Omêd Xoşnaw soz daye şanda ENKSê ku ew ê wan pirsgirêkan çareser bikin.

Omêd Xoşnaw di civînê de ji şanda ENKSê re gotiye: “Ya di şiyana me de be ji bo xizmetkirina penaberan û bi taybet penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li sînorê parêzgeha Hewlêrê, em dê bikin. Em nahêlin ti pirsgirêkeke wan hebe, piştrast bin ya di desthilata me de be, em xwe jê nadin alî.”

Serokê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê, Dr. Kawa Azîzî jî piştî hevdîtinê ragihand ku pirsgirêka rakirina zibil û gilêş di nava kampan de hatiye çareserkirin, dê kamp ji gemarê werin paqijkirin û diyar kir, wan bi parêzgarê Hewlêrê re behsa pirsgirêka hejmarek zarokên koçberên Rojavayê Kurdistanê jî kir ku ti belgeyên wan nînin û ji ber wê yekê nikarin bixwînin.

Azîzî da zanîn ku  ew zarokên ku ji ber tunebûna belgeyan nikarin bixwînin, bila serdana ofîsa ENKSê bikin, wê ew pirsgirêk çareser bibe.

Herwiha Azîzî bibîr xistiye ku hejmarek kesên ji Rojavayê Kurdistanê dema karta wan a nîştecihbûnê (îqame) temam bûye û cezayekî zêde yê pere ketiye ser wan û soz da ku ew ê ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê jî bixebitin.