image

PeyamaKurd – Parêzgeha Hekkariya ragihand ku ji bo 15 rojan kirina çalakiyên weka xwepêşandan, meş, ragihandina çapemeniyê, tevgera rûniştinê, konser û tevgerên weka wan di nav sînorê parêzgehê de ji bo 15 rojan qedexe kiriye.

Qedexe ji 3 yê temmûzê siet di 00.01 ê de destpêdike û heya 17 ê temmûzê siet 23.59 an dewam dike.

Her çalakiyekî ku bêkirin bi îzna qeymeqaman û parêzgehê ve hat girêdan ku divê ji wan îzin bê sitendin.