image

PeyamaKurd – Parêzgerê Şirnexê Osman Bilgin ragihand ku li Şirnexê li Çiyayê Gabarê piştî xebata lêgerîna petrolê bîreka petrolê ya din dîtine. Bilgin di çarçoveya Tûrnûwa Tenîsê ya navdewletî ya Cûdî CUP ê de, axaftina xwe bi rojnemavanan re kir. Bilgin weha got:

“Wê di sehayê de, di rojên pêşiya me de wê di 4 bîrên din de jî xebat bêkirin. Lê li seha Esma Çevik û seha me ya dinê de li devera Akçayê de xebat dewam dikin. Li wê derê 21 bîr hat vedan. Artezyene yanî di bîra avê de petrola zêde derketiye. Ew jî kêfa me tîne. Ji ber bîr nûye, em nikarin miqdarê petrola rojane bidin. Lê dikarim bêjim ji bîrên heyî 10 car zêdetir petrola wê heye.

Seha Esma Çevik xwediyê 200 milyon varêlê û ya Aybüke Yalçın xwediyê 1 milyar varêlê ye. Li Şirnexê di 8 sehayan de xebat dewam dikin. Li gor texmînên me li Besta û Katoyê wê ji yên heyî zêdetir petrol derê.”