image

PeyamaKurd - Parlamenterê berê yê HDPê Mehmet Alî Aslan, li bajarê Edenê bi hinceta lêpirsîneke bi endamtiya rêxistinê tê tohmetbarkirin, hat binçavkirin. 

Hat ragihandin ku Mehmet Alî Aslan, îro 8ê Kanûnê danê êvarê bi hinceta lêpirsîneke ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" derbarê wî de hatiye vekirin hat binçavkirin.

Mehmet Alî Aslan li ser hesabê xwe yê medya civakî got ku ew tê binçavkirin.

Hat zanîn, li navçeya Çûkûrova ya Edenê otomobîla Aslan ji aliyê polîsan ve hatiye rawestandin û hatiye binçavkirin ku ew birina navenda asayîşa Edeneyê.