image

PeyamaKurd – Partiyên Herêma Kurdistanê ji bo di hilbijartinên pêşwext ên 10ê Cotmehê yên parlamentoya Iraqê li hev kirin ku helwesteke hevbeş werbigirin.

Li gorî zanyariyan, heger partiyek li herêmekê ji yên din bihêztir be û dengên wê zêdetir bin, wê partiyên din ên Kurdistanî li wê herêmê kandîdan destnîşan nekin.

Li Bexdayê mafê 5 milyon û 793 welatiyan heye di hilbijartinên 10ê Cotmehê yên Iraqê de, deng bidin ku ji bilî partiyên şîe û sunî yên Iraqê, partiyên Kurdî jî bi 11 namzedan li Bexdayê di pêşbirka hilbijartinan de cî digirin. Herwiha namzedek jî bi aweyê serbixwe beşdarî hilbijartinan dibe.

Li Bexdayê ji Nifşa Nû 6, ji PDKê 3, ji YNKê û û Goran jî 2 namzed hatine destnîşankirin.

Nûnerê YNKê li Bexdayê Rabîa Hemed ragihand ku YNK û PDKê li ser herêmên hilbijartinê yên Bexdayê li hev kirine ku li dijî hev rikeberiya hilbijartinê nekin û bi yek namzedî beşdarî hilbijartinan bibin.

Hemed daye zanîn ku wan li ser li hev kiriye ku li herêmên 8 û 12 YNK, li herêma 6an û herêma Sadr 2 jî PDKê namzedên xwe destnîşan bike.

Li aliyê din berpirsê ofîsa PDKê ya Bexdayê Îsmaîl Seyam jî ragihandiye ku wan bi hevpeymana Kurdistanî re li ser hilbijartinan li hev kiriye û wê li herêmên PDKê namzed danîne hilbijêrên YNKê dengê xwe bidin namzedê PDKê û li herêmên din jî hilbijêrên PDKê dengên xwe bidin namzedê YNKê.