image

PeyamaKurd – PDK ê bertekê nîşanî êrîşên roketî yên PKK ê yên ji bo ser radyo û TV ên Zaxoyê da û got: Em dizanin hun çi vedişêrin!

Daxwuyaniya PDK ê ji aliyê rêxistina wê ya Çapemeniyê û Çandê de hat kirin. PDK ê di daxwuyaniya xwe de weha got:

“Em dizanin ku PKK bi van êrîşên xwe dixwaze dengê PDK ê û medyayê qut bike, tevgerên xwe yên ne rewa yên li Kurdistanê veşêre û ew îşxalên ku kiriye pûş bavêje ser wan.

Îro piştî nîvro endamên PKK ê di navbera Zaxo û Duhokê de, ji bo ser baregeha ajansa me ya Çiyayê Bekir, êrîşekî tirsonek kiriye. Êrîş bû sedema rawestandina weşanên gelek radyo û televîzyonên PDK ê û di baregehan de gelek xesar çêbûye. Em vê êrîşa tirsonek şermezar dikin.

Medya li Herêma Kurdistanê, nîşana medeniyet û geşepêdanê ye. Ji bo êrîş bikin ser wan, ti sedem nayên qebûl kirin. Ev cûre tevgerên PKK ê tê vateya roxandina bernameyên wan yên ku wexta wan qediyaye. Ev êrîş nîşana tevliheviya serê wan e ya ku xwe pê sûcdar dibînin, nîşana deverên ku îşxal kirine û xwe pê sûcdar dibînin, êrîşên wan di derveyê mirovahiyê de ne û nîşana ku êrîşên PKK ê di derveyê qanûnan de ne.

Em car din kiryarê şermezar dikin û mehkûm dikin. Em dibêjin bila PKK mudaxeleyê Herêma Kurdistanê neke û nebe sedema bêîstîqrariyê.”

PKK ê li Zaxoyê radyoya Haysel ê ku bi Suryanî weşanê dike, çend radyo û TV yên ku bi ser PDK-S û PDK ê vene, bi roketan li baregeh û roleyên wan xist. Di êrîşê de kes jiyana xwe ji dest nedaye lê xesarên maddî yên mezin kirine.