image

PeyamaKurd -  Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro Yekşemê 26ê Mijdara 2023yan, baregeha Liqê Sêyem yê PDKê li Kerkûkê bi fermî vekir.

Di vekirina fermî ya baregeha PDKê ya Kerkûkê de, gelek berpirs, kadro û xelkê Kerkûkê bi alên Kurdistanê beşdarî kirin. Herwiha baregeha Sêyem a PDKê li Kerkûkê bi hezaran alên Kurdistanê û PDKê hate xemilandin.

PDK îro dest bi kampanyayeke mezin a hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê dike.

Berpirsê Îdarî yê Liqê Sêyem a PDKê Aram Mame di merasîma vekirinê de ji K24ê re daye xuyakirin ku ji îro ve PDK bi awayekî berfireh dest bi kampanya hilbijartinên encumena parêzgeha Kerkûkê dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, hêzên Iraqî dest danîn ser baregehên PDKê yên li Kerkûkê. Piştî şeş salan PDKê îro 26ê Mijdara 2023an baregeha xwe ya Sêyem li Kerkûkê bi merasîmekê vekir.