
PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku li Duhokê 14emîn kongreya xwe li dar xistibû, di postên Parlamentoya Kurdistanê û saziyên hikûmetê de hejmarek navên nû erkdar kirin.
Li gorî daxuyaniya PDKê, li şûna endamên polîtburoya PDKê, li parlamento û hikûmetê kesên nû hatine erkdarkirin û di liqên partiyê de jî guherîn hatin kirin.
Piştî biryara hatiye wergirtin, li şûna Hêmin Hewramî bo Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Zana Mela Xalid hat destnîşankirin.
Guherînên postan ên di hikûmet û parlamentoyê de wiha ne:
Ehmed Kanî – Wezîrê Karûbarên Ewqaf û Olê
Rebwar Babkeyî – Serokê Fraksiyona PDKê li parlamentoyê
Ebdulxaliq Bapîrî – Cîgirê Wezîrê Pêşmerge
Arî Nanekelî û Çiya Herkî – Cîgirên Lîqên PDKê yên Hewlêrê
Herwiha PDKê di rêveberên xwe yên li Silêmanî, Germiyan, Nînowa, Şêxan, Akre û Duhokê jî guherîn kirin.
Di kongreya PDKê ya 14an de biryar hatibû dayîn ku kesên bo polîtburoyê hatine hilbijartin, ji postên xwe yên hikûmet û parlamentoyê îstifa bikin.