image

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Geir Pedersen, li Şamê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad re civiya û ragihand, hevdîtina wan serkeftî bû û wan tekezî li ser çareserkirina krîza Sûriyê kiriye, ligor madeya 2254 NY ya çareserkirina krîza Sûriyê.

Geir Pedersen, daxwaz ji Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad kir ku şanda xwe bişîne Cenevê ji bo serxistina karên Komîteya Nivîsîna Destûrê de û got: “Me li ser pêşniyaza min gotûbêjeke dewlemend kir ji bo gihîştina qonax bi qonax, herwiha bê guman li ser Komîteya Destûrê û pêşketina di wî aliyî de. Ez hêvîdar im piştî civînên îro, ligel Komîteya Netewetên Yekbûyî bicivim, eger rê tê de hebe, em ê daxwaz bikin ku gera şeşem birêve biçe."

Geir Pederen da zanîn: “Em di nav wan hemû rewşan re derbas bûn ku Sûriyê rûbirûyî wan bûye. Bi rastî me demeke gelek derbarê rewşa zemînî li navçeyên cuda cuda derbas kir. Me gotûbêjên li ser rewşa aborî û mirovî yên Sûriyê kirin.”

Komîteya Nivîsîna Destûra Sûriyê ji sala 2019an ve hatiye damezrandin û ji 45 kesan pêk tê. 15 nûnerên hikûmeta Sûriyê, 15 nûnerên opozsiyonê û 15 jî yên civaka sivîl tê de cih digirin.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî careke din li Şamê vegeriyaye da ku rejîma Sûriyê vegerîne ser maseya gotûbêjên gera 6emîn ên li Cenevê werin kirin.