image

PeyamaKurd – Artêşa Iraqê xwest li ser rêya Qadir Kerem-Xûrmatû ji bo kontrola rê noqteyekî an ku baregehekî deyne lê hêzên Pêşmerge nehişt. Artêşê xwest nêzî Pêşmerge ciyê xwe deyne lê ji ber ku ji bo ewlehiya Pêşmerge xetere, Pêşmerge nehişt.

Fermandarê hêzên Pêşmerge yê Qadir Keremê Muhammed Cewrî ragihand ku grûbekî leşker çûye cem wan û xwestine nêzî Pêşmerge baregehekî biçûk deynin lê Pêşmerge pirsiye bê çima dixwazin li wê derê deynin.

Cewrî got ku ew wek Pêşmerge nehiştine artêşa Iraqê  nêzî wan baregehê ava bikin û grûba artêşa Iraqê ji deverê çûye.

Ciyê artêşa Iraqê lê baregehên xwe datîne, gelek caran baregehên wan ji aliyê grûbên çekdar yên bi ser Îranê ve tên bikaranîn, lewra eger di asta bilind de ne bi lihevkirina Pêşmerge û artêşa Iraqê be, Pêşmerge îznê nade artêşê.

Çend roj berê heman tişt li seha gazê li Kor Morê qewimîbû. Bi moşekan li seha gazê ya Kor Morê xistibûn lê artêşa Iraqê di şûna bikeve pey terorîstan û wan bigre, xwestibû sehayê bixe destê xwe.