image

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser mijara kuştina xelîfeyê dawî yê DAIŞê li Dera ya Sûriyê daxuyaniyek belav kir û ragihand, ti têkiliya wan bi kuştina xelîfeyê DAIŞê Ebû El Hesen El Qureyşî nîne.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ti têkiliya HSDê bi kuştina xelîfeyê DAIŞê re nîne û hatiye diyarkirin, ji bo wan parastina herêmên di bin kontrola wan de ji êrîşan erka herî sereke ye.

HSDê daye xuyakirin, ew rê nadin ku DAIŞ êrîşên Tirkiyê ji xwe re bike derfet û êrîşî herêmên wan bike û wiha hat gotin: “Parastina herêmên me û gelê me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker di dema niha de ji bo hêzên me erka herî sereke ye. Lê tevî vê jî hêzên me rê nadin ku DAIŞ ji van êriş û derfetên dagirkeriya Tirkiyê sûdê bibînin  û êrişan pêk bîne. Hêzên me bi operasyonên pêşwext ên rêxistinkirî rê li ber êrişên pêşbînîkirî yên DAIŞê digirin û nahêlin ew êriş li dijî kamp û zindanên DAIŞê bên kirin.

Li vir em radigihînin ku em beşdarî kuştina xelîfeyê nû yê DAIŞê Ebû el-Hesen El Qureşî nebûne û ti têkiliya me bi kuştina wî re nîne.”

Hêjayî gotinê ye,  rêxistina terorîst DAIŞê di tomareke deng de, 30yê Mijdarê kuştina xelîfeyê xwe yê nû Ebûl Hesen El Qureyşî eşkere kir û ragihand ku wekî xelîfeyê nû yê rêxistinê kesê bi navê Ebûl Hesen El Huseynî hatiye destnîşankirin.

Amerîkayê jî ragihand ku xelîfeyê DAIŞê Ebû el-Hesen el-Qureşî li parêzgeha Deraa ya li başûrê Sûriyê bi destê çekdarên Artêşa Azad a opozisyona Sûriyê hatiye kuştin.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) jî da zanîn ku xelîfeyê DAIŞê ji aliyê wan ve nehatiye kuştin û destê wan di kuştina wî de tune ye.