image

PeyamaKurd – Di 24ê meha Mijdarê de li bajarê Diyarbekirê li navça Bismilê li mezra Kooperatîfê xortê bi navê Ü.Ç.(24) wenda bû û mirovên wî agahiyê dan hêzên asayîşê. Paşî cenazê wî li kenarê Çemê Dîcle di nav dahl û deviyan de hatibû dîtin.

Li ser cesedê mirî şopên derban û ciyên birîtî tesbît bûbûn. Piştî tib a edlî vê raporê da, xwuya bû ku mirina zilamî ne ji rêzêye û bi îhtîmaleka mezin hatiye kuştin.

Li ser bûyerê serdozgeriya navça Bismilê lêpirsînê dabû destpêkirin. Di encamê de tîmên JASATê di operasyonê de avêtin ser kesên bi navên M.E. û İ.Ö.. Piştî girtina wan, li qerexê çemê Dîcle jî sîliheka lûledirêj ket dest.

Her dû gumanbaran birin dadgeriya nobedar û her dû jî bi biryara girtinê şandin zîndanê.