image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Tirkiyê piştî kuştina leşkerekî xwe li nêzîkî Deriyê Sînorî yê Serzêrê yê navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê, ew derî ji çûnûhatinê re girt.

Çavkaniyeke ji Deriyê Sînorî yê Serzêrê eşkere kir ku, îro di demjimêr 12:00ê de, Tirkiyê deriyê Serzêrê girt û heta niha jî girtî ye.

Hat diyarkirin ku ev biryara Tirkiyê piştî ku leşkerekî Tirkiyê li nêzîkî deriyê sînorî ketiye kemîneke çekdarên PKKê û hatiye kuştin hatiye dayîn.

Herwiha hejmarek kesên ku bi mebesta serdana nas û xizmên xwe yên li aliyê Bakurê Kurdistanê berê xwe dane deriyê sînorî gotine kuu ji ber girtina derî rê li çûna wan nehatiye dayîn.

Deriyê Sînorî yê Serzêrê li nav sînorê nehiya Kanî Masê ya navçeya Amêdî ye û ji ber ku niştecihên herdu aliyên sînorî yên Bakur û Başûrê Kurdistanê xizmên hev in, rojane gelek welatiyên li navçeyê bi rêya wî deriyê sînorî serdana hevdu dikin.

Hêjayî gotinê ye, 8ê Cotmeha 2020an Berpirsê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê Xazî Salih Alîxan, li gundekî sînorî yê navçeya Amêdiyê ji aliyê çekdarên PKKê ve hatibû kuştin.