
PeyamaKurd – Serokê PJAKê Siyamend Moeyînî bi daxuyaniyekê ji medyaya ser bi PKKê re diyar kir û got, eger rewşa Îranê xerab bibe, em amade ne bi rejîma Îranê re hevkariyê bikin.
Di daxuyaniyê de Moeyînî da zanîn: “Eger rewşa Îranê xerab bibe, PKK amade ye bi hemahengî ligel hikûmeta Îranê bajarên Kurdistanê biparêze û rê nede hêzên têkder bixin bin kontrola xwe.”
Bêguman li ser vê daxuyaniya Serokê PJAKê gelek nirxandinên cuda tên kirin. Moeyinî rastiya siyaseta PKKê gotiye û ev çend sal in li Rojhilatê Kurdistanê ji bo parastina rejima Îranê, li dijî tevgera Kurd tevdigerin. Lê mixabin kesek û taybetî partiyên Rojhilatê Kurdistanê gelekî vê pirsgirêkê ji bo ”kûrnebûna” alozi û nakokiyan naynin rojeve.
Herwiha do û îro PKK li Rojavayê Kurdistanê çi kiribe, wê heman tiştî li Rojhilatê Kurdistanê jî bike. Çawa wan rejîma Esad parast, wê bi heman siyasetê rejîma melayên Îranê jî biparêzin. Yanî rewşa ENKSê li Rojavayê Kurdistanê çi be, wê rewşa tevgera Kurdî li Rojhilat bibe heman tişt.
Li Başûrê Kurdistanê mil didin milê Heşda Şeibî li deverên wek Şingalê li dijî PDKê û tevgera netewî tevdigerin. Berjewendiyên Hikumeta Bexdayê diparêzin û rê digrin ku Şingal tevlî Herêma Kurdistanê bibe.
Ji bo vê yekê li Rojhilatê Kurdistanê heman tiştî wê bike û dike jî.
Niha di hinek deveran de wiha didin xûyakirin ku bi xwepêşandanan kuştina Jîna Emînî şermezar dikin, lê gelek bi hesasî dema vê yekê jî dikin di bin de rejimê diparêzin.
PKK û berpirsên PKKê armanca siyaseta PKKê vekirî didin kifşkirin, lê mixabin ji bo nakokiyên di nava hêzên siyasî de xelkek naxwaze vê yekê bibîne. Her aliyek hewl dide li dijî aliyekî din PKKê wek qertekê bi kar bîne. Lê ew aliyên vê yekê dikin xwe dixapînin û dikevin kemîna siyaseta PKKê ya di xizmeta dijmin de.
Eger ji îro ve partî û aliyên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê vê yekê nebînin û li gora vê jî hinek tedbîran nestînin û nebin xwedî helwestek zelal, wê di pêşerojê de êşa vê yekê bikşînin.
PKK li dijî hemû cureyên destkeftiyên netewî tev digere, lê mixabin vê yekê bi navê netewetiyê, bi navê Kurdeyatiyê dike. Bi vê yekê li hemî deverekê dibe tehdîta herî mezin li ser destxistina mafên netewî yê Kurda.