
PeyamaKurd – Akademisyenê Zaningeha Munzir a Dêrsimê Prof. Dr. Ali Kemal Ozcan, li ser gotina Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan a di derbarê Selahatin Demirtaş axivî û diyar kir: “Ez nizanim mebesta Erdogan çi ye. Ma tene Erdogan vê yeke dizane? Dema Selahatin Demirtaş ji zindanê derkeve, ji Ocalan wê de, wê gele Kurd jî jê bipirse, te ji bo çi got: “ Em te nakin serok.”
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan berî heftiyekê, di koma partiya xwe de li ser nakokiyên di nava PKKê de axivîbû û gotibû: “Yê li Edirne (behsa Demirtaş dike), wê hesabê herî mezin bide yê li Îmralî yê (Behsa Ocalan dike). Her kes diêbeje qey rewşa wan gelekî baş e. Lê di nava wan de jî nakokiyên mezin hene. Wê vê muhasebe bi hev re bikin.
Sala 2019ê dema hilbijartinên şeredariyan çêbûn, Ali Kemal Ozcan li Îmralî serdana Ocalan kir û Ocalan nameyek dabû Ozcan. Ocalan di nameya xwe de ji HDPê daxwaz kirîbû ku di hilbijartinên şeredariyan de bê alî bimînin. Ev name ji aliye Prof.Dr. Ali Kemal Ozcan ve hatîbû eşkerekirin.
Di derbarê axaftina Erdogan a roja 12.01.2022ê de, Ozcan bersiva pirsen Medyascopê dan û diyar kir: “Ez nizanim mebesta Erdogan çi ye. Ma tene Erdogan vê yeke dizane? Dema Selahatin Demirtaş ji zindanê derkeve, ji Ocalan wê de, wê gele Kurd jî jê bipirse te ji bo çi got: “ Em te nakin serok.”
Ozacan eşkere kir, ji berî hilbijartinê dewletê ez şandim Îmraliyê. Dewlet ki ye? Li ser dewletê Erdogan heye. Ne bi teqdîra Erdogan bûya, ez tu carî nikarîbûm herim Îmraliyê. Ev rastiyek e û min çend caran jî gotiye.
Ozcan diyar dike, berpirsê têkçûna pêvajoya aştiyê Demirtaş e. Demirtaş ji zindanê derkeve, nikarê canê xwe biparêze. Yê ku bikaribe canê wî xilas bike Abdullah Ocalan e.
Herwiha di berdewamiya axaftina xwe de Ozcan dibêje: “Erdogan ne Erdoganê bere ye. Eger bi ser xwe ve werê û bibe weke vegere, wê cardin faktora olan bi kar bîne.