image

PeyamaKurd –  Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir; ji bo piştevaniya namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê hejmarek namzedên xwe vedikişîne.

Encûmena Serkirdetiya Partiya Sosyalîst Demokratîk a Kurdistanê da zanîn; di saet 11:00ê roja Înê 8ê Cotmeha 2021ê, ji bo piştevaniya namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê, li bajarê Hewlêrê civiya.

Hat eşkerekirin, di civînê de bi girîngî behsa hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û pêgeha Kurdan li Parlamentoya bê hat kirin û bal kişandine ser rola Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê ji bo serxistina kesên çalak û niştimanperwer bi awayekî ku bikarin parêzvaniya pêgeha Herêma Kurdistanê û berevaniya daxwazên xelkê Kurdistanê bikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, di vê çarçoveyê de Encûmena Serkirdetiyê biryar daye ji bo berjewendiya niştimanî û yekxistina hewl û dengan di hejmarek bazneyên her sê parêzgehên Silêmanî, Hewlêr, Duhok û bazneyên Şarezûr û Helebceyê, piştevaniya namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bikin.

Herwiha hat diyarkirin, ji bo vê mebestê li bazneyên 2, 3, 4 ên parêzgeha Hewlêrê, li bazneyên 1, 2, 4, 5 ên parêzgeha Silêmaniyê, li bazneyên 1, 2, 3 ên parêzgeha Duhokê piştevaniya namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bikin.

Li bazneya 3 ya Silêmaniyê û bazneya 1 a Hewlêrê û temamê parêzgeha Kerkûk û Xaneqîn û Mûsilê jî, ji bo serkeftina namzedên xwe yên Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê bixebitin.

Encûmena Serkirdetiya Partiya Sosyalîst eşkere kir, ew hêvî dikin hilbijartineke pak û serkeftî birêve biçe û welatiyên Kurdistanê bi giştî û heval û alîgirên Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê bi germ û gurî beşdarî dengdanê bibin.