image

PeyamaKurd – Rêxistina bi navê Ciwanên Şoreşger a ser bi Rêveberiya Xweser û PYDê ve ku heta niha gelek caran navê wan di revandina zarokan bo leşkerkirinê û êrîşên ser baregehên partiyên ENKSê de derbas dibe, zarokeke 13 salî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê revand.

Malbata keçikê ragihandiye ku roja 15ê Gulanê zaroka wan Agrîn Ebdullah ya 13 salî dema bi dayika xwe re li bazara bajarê Qamişlo bû, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger hatiye revandin.

Malbat dibêje, wan serdana gelek saziyên Rêveberiya Xweser kiriye, lê ti kesî alîkariya wan nekiriye û cihê keça wan jî eşkere nekirine.

Agirîn Ebdullah sala 2009an ji dayik bûye ku navê bavê wê Mihemed Salih û diya wê jî Newal e.

Beriya niha jî li ser revandina zarokên wan, malbatên zarokên revandî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar kiribûn û bang li rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar kiribûn, fişarê li ser Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD bikin da ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Hêjayî gotinê ye, HSDê di Hezîrana 2019an de bi Neteweyên Yekbûyî peymana bidawîkirin û qedexekirina leşkerkirina zarokan îmze kiribû, lê belê tevî wê peymanê jî hîn bûyerên biçekirina zarokan dewam dikin.