image

PeyamaKurd - Fermandarê Hêza Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî, ji ber koça dawî ya Dilovan Barzanî, serxweşî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Qasim Sulêymanî bi rêya telefonê pêwendî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re kir.

Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “di vê pêwendiya telefonî de, Sulêymanî tevî sersaxîxwastinê, hevxemî û hevsoziya xwe li hember koça dawî ya xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî gihande Nêçîrvan Barzanî û hêvî kir, ku ev dawî nexweşiya wan be û xwedayê mezin xwedêjêrazî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bide malbata Barzanî”.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li hember vê pêwendiya telefonî û peyama wî ya sersaxiyê, spasiya Qasim Sulêymanî kir.

Dilovan Îdrîs Barzanî roja Duşemê 2ê Nîsana 2018 li bajarê Hewlêrê bi celteya dil koça dawî kiribû.