image

PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî bi munasbeta salvegera enfala 8.000 Barzaniyan peyamekî belav kir. Saddam Huseyîn û rêvebiriya xwe di sala 1983 an de, di 31 ê tîrmehê de êrîşeka berfireh biribû ser devera Barzan û 8 hezar Barzaniyan enfal kiribû. Li ser salvegera komkujiya Barzaniyan Qubad Talabanî weha got:

“Komkujiya Barzaniyan di dilê milletê me de birîneka dinê ye û perçekî kûr ji ya rejîma Baasê ya komkujiya ser milletê me ye.”

Talabanî bang li rêvebirên Bexdayê kir ku bo temamê mexdûrên komkujiyê re tazmînatê bide, bo malbatên şehîdan sersaxiyê xwest û weha dewam kir:

“Di vê salvegerê de ez li temamê rihên şehîdên Barzaniyên ku ketin ber komkujiyê û li rihê hemû şehîdên Kurdistanê silav dikim, bo malbatên wan yên serbilind sersaxiyê dixwazim.”

Enfala Kurdan di sala 1983 an de bi komkujiya 8 hezar Barzaniyan 38 sal berê destpêkir. Zilamên Barzaniyan yên temenê wan di navbera 10 û 85 salan de, 8 hezar Barzanî ji malên wan birin bakûrê Iraqê bajarê Musenayê û wan qetil kirin. Ev pêvajoya yekem ya enfalan bû. Piştî enfala Barzaniyan rejîma Baasê 182 hezar Kurd qetil kirin.

Heya roja me jî aqûbeta gelek Kurdan nayê zanîn.