image

PeyamaKurd – Li gorî rapirsîna herî dawî ya Genar Lêkolînê, AK Partî bi rêjeya ji sedî 40,7 di rêza yekem de ye û HDP jî bi rêjeya ji sedî 10,8 di rêza sêyemîn de ye. Rêjeya kêmbûna rayên IYI Partiyê jî balkêş e.

Tirkiye di 14ê Gulanê de diçe hilbijartinên serokomariyê û parlementoyê. Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi pêşengiya HDPê, heta niha namzetek ji bo Serokkomariyê diyar nekiriye.

Namzedê Tifaqa Gel Recep Tayyîp Erdogan bû, namzetê Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglu bû.

Midûrê Giştî yê Genar Lêkolînê Îhsan Aktaş, rapirsîna dawî ya li ser hilbijartinên 14ê Gulanê pêk tên parve kir.

Helwesta HDPê balê dikişîne

Di rapirsîna navborî de ji welatiyan hat pirsîn, "Eger îro hilbijartin çêbibe hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?".

Li gorî encaman; AK Partî bi rêjeya ji sedî 40,7, CHP 23,1 û HDP ji sedî 10,8 di rêza yekem de cih girtin. MHP'ê 7,6 deng girt, rêjeya dengên Îyi Partî ji sedî 7 hate diyarkirin.

Hat dîtin ku Partiya Welat ji sedî 4,7, TÎP ji sedî 1,9 û Re-Refah ji sedî 1,4 deng girt.

Di dawiyê de hat parvekirin ku potansiyela partiyên din jî 2,8 deng e.