image

PeyamaKurd - Navenda Xebatên ser Kurdan (Kurdish Students Center) navenda wê li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê ye, raporeke nû li ser cudahî û cudagirtinên heremên li Tirkiyê weşand.

Saziya lêkolînê ya Navenda Xebatên li Ser Kurdan, Bultena Newekheviyan ya 4emîn ku lêkolînên li ser aborîya heremên li Tirkiyê tê de cîh digirin eşkere kir.

Li gorî wê raporê di asta debar û dahatê de, bajêrên li Bakurê Kurdistanê, yên herî paşdemayî ne li Tirkiyê.

Rêvebirê Navenda Xebatên li ser Kurdan Reha Rûhevîoglû, daye xuyakirin ku li Tirkiyê rewşa aboriya welatiyan li bajêrên Kurdan û bajêrên li rojavayê Tirkiyê ne wek hev e û ligel ku ev tişt bi zanabûn tê kirin û tê zanîn jî, nayê çareser kirin.

Li gorî nûçeya K24ê Rûhevîoglû wiha dibêje: “Em li kîjan daneyê binêrin dibînin ku rewşeke xirab heye. Di hemûyan de xûya dibe ku herema me, paşde maye û neheqî lê hatiye kirin. Ciyên ku kar lê hebe jî dahata wan jî wekhev nîn e. Yanî kesekî ku li Diyarbekirê rojane heman karî bike dahata wî/wê 118 lîre ye, lê li bajêrên rojavayê Tirkiyê di ser 140 lîre de ye. Yanî dahata welatiyên li rojavayê Tirkiyê, ji welatîyên li vê heremê zêdetir e.”