
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, di vekirina Nravenda Krîzan a Herêma Kurdistanê de gotarek pêşkeş kir û got, ew rê nadin ti kes çanda pêkvejiyanê ya li Herêma Kurdistanê têk bide.
Rêveberiya Giştî ya Navenda Hevbeşî û Hemahengiya Krîzan û hemû parêzgar û îdareyên serbixwe bi beşdariya şandeke bilind a Almanya û konsulê Almanya li Herêma Kurdistanê peymangeha rahênan û perwerde û rêvebirina krîzan hate vekirin.
Di merasîma vekirinê de Rêber Ehmed da zanîn: “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê fermana vekirina navenda herî baş û bihêz ya bersivdan û çareseriya krîzan derxistiye.. Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar ji bo vekirina navenda bersivdana herî bihêz a krîzan kiriye.”
Ehmed diyar kir: “Em bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê serbilind in û hevkariya hêzên Almanya ya ji bo perwerdeya hêzên Pêşmerge jî em bilind dinirxînin.”
Wezîrê Navxwe destnîşan kir ku ew rê nadin ti kes li Herêma Kurdistanê çanda pêkvejiyanê têk bide û wiha pê de çû: “Divê rêkeftinameya asayîkirina rewşa Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî bê bicih kirin.”