image

PeyamaKurd – Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê di rapora xwe ya mehane de eşkere kir, rejîma Îranê di meha îlonê de herî kêm 8 kolber qetil kiriye.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK), rapora xwe ya meha Îlonê ya binpêkirina mafan a li Rojhilata Kurdistanê eşkera kir û di raporê de diyar kir, înfaz, binçavkirin, kuştin, îşkence û xwekuştinan di meha Îlonê de jî dewam kirine.

Di raporê de hat destnîşankirin, rejîma Îranê, li herêmên Kurdan kesek bi darve kiriye, 3 girtî di girtîgehan de hatine kuştin û gumana wan mirinan heye. Herwiha kesek jî bi fîşeka hêzên rejîmê jiyana xwe ji dest daye.

Di berdewamiya raporê ya di derbarê girtin û binçavkirinan de jî ev agahî hatine parvekirin: “Me dît ku li Ûrmiye, Senandaj, Kirmaşan, Mahabad, Xurramabad, Îlam, Hemedan û Loristanê welatî tim tên girtin û binçavkirin. 49 welatî, sivîl û aktîvîstên siyasî hatine girtin an jî cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn. Di vê mehê de li 9 welatiyan cezayê hepsê hat birîn." 

Di raporê de binpêkirinên mafan ên ku li mirovên bi navê 'kolber' ku debara xwe bi bazirganiya sînor dikin jî hate vegotin. Di raporê de hat gotin ku di vê mehê de herî kêm 8 kolber hatine kuştin û 6 jî hatine birîndarkirin.