image

PeyamaKurd – Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku wekî baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser tê zanîn, piştgirî da xwepêşandanên xelkê Siwêdayê yên dijî hikûmeta Sûriyê.

Di daxuyaniya MSDê de hatiye gotin, “Em bi girîngiyeke mezin xwepêşandanên gel li bajarê Siweyda dişopînin . Gel ji aliyê komên alîgirên hikumeta Şamê ve rastî êrîşê hatin û 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Ev xwepêşandanên gel ji ber rewşa nebaş a civakî, xirabbûna rewşa aborî ya welatiyan pêk tên. ”

Herwiha MSDê tekez kiriye ku ew piştgirtiya xelkê bajarê Siweydayê dikin û daxwazê ji desthilata Şamê dikin ku siyaseta xwe ya derbarê rewşa Sûriyê de, li ber çavan derbas bike.

Li Siwêdayê ev çend roj in li dijî hikûmeta Şamê xwepêşandan têne kirin ku îro avahiyeke hikûmeta Sûriyê jî hat şewitandin.  Li gorî zanyariyên dawî hêzên Şamê bi çekan êrîşî xwepêşanderan kirine ku heta niha behsa du kuştiyan tê kirin.