
PeyamaKurd – Dewireyay hêzên polîsê leşkerî yê rûsî û artêşa tirk ku li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê digeriya, ji aliyê xelkê deverê ve bi keviran hat protesto kirin.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên xwecihî dane, li gundewarên Kobaniyê dewriyeyeke Rûs-Tirk hatiye gerandin ku helîkopterên rûsî jî çavdêriya wê dewriyeyê dikir.
Heman çavkaniyan ragihandiye dema dewriye di gundewarên Kobaniyê de derbas dibû rastî nerazîbûna xelkê hatiye û bi keviran hatiye protesto kirin. Herwiha ji bo rê li ber dewriyê bê girtin jî komekê lastîk şewitandine.
Dewriyeyên Rûs-Tirk di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ya navbera Pûtîn û Erdogan de, ji sala 2018an ve li herêmên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.