image

PeyamaKurd – Ji ber zêdebûna pêketiyên vîrusa koronayê li herêma Firatê, Rêveberiya Xweser a herêmê piştî civîna şaneya aloziyê, îro biryara qedexeya derketina derve ya giştî heta 10 rojan ragihand.

Li gorî biryarê qedexeya derve roja şemiyê (16ê Cotmehê) dest pê dike û 25ê Cotmehê bi dawî dibe.

Hat ragihandin ku dema qedexeyê hemû dikanên bazirganiyê, cihên olî, salonên dawetê û konên şînê têne girtin.

Ji bo meşandina karê çandiniyê, xalên kontrolê rojane ji saet 06.00 heya 08.00an û ji saet 17.00 heta 19.00an wê bêne vekirin.

Herwiha hat diyarkirin ku hemû saziyên Rêveberiya Xweser, zanîngeh, dibistan, enstîtu, daîre û nivîsgeh dê werin girtin, ji bilî saziyên ku hewcedariya wan bi xebata rojane heye.