
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Supaya Pasdarên Îranê duh 26ê Çile li bajarê Şîno yê Rojhilatê Kurdistanê bi ser malekê de girtiye û xwendekarekî zarok ê 14 salî bi navê Komar Şaboyî hatiye desteser kirin.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirine ku hêzên Îranê Komar Şaboyî yê 14 salî desteser kirine û dest danîne ser laptop û telefonên hemû endamên malbata wî.
Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê daye xuyakirin, “Roja Pêncşemê 26ê Çileya 2023 zarokekî 14 salî yê bi navê Komar Şaboyî û xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye revandin.”
Li ser sedema girtina wî zarokê Kurd ti agahî nehatine parvekirin ku beriya niha jî li bajarê Kamyaran ê parêzgeha Sineyê dîsa kesekî bi navê Ehmed Babaxanî ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin û hîn jî çarenivîsa wî diyar nebûye.
Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan belav kirine, ji destpêka protestoyên Jîna Emînî ve, 19 hezar û 571 kes ji ber beşdariya xwepêşandanan hatine girtin û temenê 168 kesan ji wan di bin 18 salan de ne.