image

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên ji bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê, komek selefî bi çek û şûran êrîşî ser taxekê kirin û hewl dan kesekî serjê bikin.

Hat zanîn ku hejmarek ji selefiyên tundrew şeva borî bi çek û şûran êrîşî ser taxa Darsêran a bajarê Merîwanê kirine û êrîş birine ser kesekî bi navê Cemal û hewl dane wî serjê bikin.

Kesê bi navê Cemal û hejmarek kesên din ên di êrîşa selefiyan de birîndar bûne rakirine Nexweşxaneya Merîwanê.

Li gorî çavkaniyên deverê selefiyan bi hinceta ku ew kesê rastî êrîşê hatiye, li taxê di meha Remezanê de vexwarinên alkolê firotiye rastî wê êrîşê hatiye.

Piştî bûyerê xelkê taxa Darsêran hewl dane bersivê bidin û bi ser cihê selefiyan de bigirin, lê hêzên ewlehiyê nehiştine.