image

PeyamaKurd – Li bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê ku di xwepêşandanên dijî rejîma Îranê de yek ji bajarên serî dikişîne ye, şeva borî bi boneya yadkirina damezrandina Komara Kurdistanê li ser avahiyeke fermandariya hêzên Îranê Ala Kurdistanê hat bilind kirin.

Li gorî zanyariyên ji deverê, endam û alîgirên rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed û Hizba Demokrat (PDKÎ), şeva borî Alaya Kurdistanê li felekeya Fermandariya Bokanê bilind kirin û damezrandina Komara Kurdistanê ya Mahabadê pîroz kirin.

Hatiye diyarkirin ku li ber çavên bi sedan kesan li felekeya Fermandariya Bokanê, Ala Kurdistanê hatiye bilind kirin ku ji aliyê welatiyan ve jî bi germî hatiye pêşewazî kirin.

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, bi boneya salvegera avakirina yekemîn Komara Kurdistanê, li ser vê çalakiya li Bokanê pîrozbahî û destxweşî li xelkê Kurdistanê kir.

Komara Kurdistanê 22yê Çileyê 1946an li Mahabadê bi serokatiya Qazî Mihemed hatibû damezrandin ku yekem cara Ala Kurdistanê bi fermî li meydana Çarçira hatibû hildan.