image

PeyamaKurd – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê avahiyeke kevn hilweşiyaye û 6 kes di bin kavilên avahiyê de man.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Şaredariya Sineyê, Selahaddîn Wekîlî ragihand ku îro 3yê Tîrmehê berî nîvro li taxa Sertepole ya bajarê Sineyê avahiyeke kevn ku bûbû cihê mana çend pêketiyên madeyên hişbir hilweşiyaye û 7 kes ketin di bin kavilên avahiyê de mane.

Hat diyarkirin ku şaredariya Sineyê mal û avahiyên derdora avahiya hilweşiyayî ji niştecihên wê vala kirine û hewldanên tîmên hawarçûnê û polîsan ji bo rizgarkirina 6 kesên di bin avahiyê de mane dewam dikin.